Malpera Emerîkî Axios, îdîa kir ku Îsraîlê peymanek ewlehiyê ya nû ji bo Sûriyeyê pêşniyar kiriye ku dê avakirina herêmek bêçek û ji firîna balafiran re qedexe li herêma ku ji başûrê rojavayê Şamê heta sînorê Îsraîlê dirêj dibe.
Li gorî çavkaniyan, ev pêşniyar armanc dike li cihê "Peymana Vekişîna Hêzan" a 1974’an ku bi hilweşîna rejîma Esad re têk çû û ew herêm ket bin kontrola Îsraîlê de, bigire.
Her wiha li gorî çavkaniyê pêşniyara Îsraîlê xwe dispêre modela peymana aştiyê ya 1979’an a bi Misrê re. Li gorî vê yekê, herêm dê bi rêkeftinên ewlehiyê yên cuda li sê herêman were dabeş kirin.
BERFIREHKIRINA QADA QEDEXE YA FIRÎNA BALAFIRAN
Pêşniyar pêşbînî dike ku herêma tamponê du kîlometreyan berfireh bike, çekên giran û hêzên leşkerî qedexe bike û tenê hêzên polîs bicîh bike.
Ji hêla din ve, Îsraîl pêşniyar dike ku gav bi gav ji hin deverên dagirkirî vekişe lê pozîsyona xwe ya stratejîk li Çiyayê Hermon biparêze.
Li gorî çavkaniyan, plan li ser dabînkirina korîdorek hewayî li ser Sûriyeyê ji bo Îranê ye, bi vî rengî êrîşên muhtemel ên Îsraîlê hêsan dike.
Civîna di navbera Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şaybanî bi navbeynkarê Emerîkî Tom Barrack re li Londonê van îdiayan xurt kir.